girtiyê siyasî yê Kurd “Heyder Qurbanî” li gîrtîgeha Sineyê hate îdamkirin

17:50 - 19 Kanûna pêşîn 2021

Sibêdeha roja Yekşemî 28`ê Sermawezê, girtiyê siyasî û xelkê bajarê Kamiyaranê, “Heyder Qurbanî” kurê “Elî” li girtîgeha bajarê Sineyê hate îdamkirin.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, berpirsên girtîgeha bajarê Sineyê, hukimê wî girtiyê siyasî yê Kurd li demjimêr 4ê sibêdehê cî bi cî kirine.

Herwisa wê çavkaniyê daye zanîn, birayekî “Heyder Qurbanî” ji aliyê hêzên Îtila`atê ve hate binçavkirin.

Berê bi sedan welatiyên xelkê Kamiyaranê bi wajokirina nameyek rû li rêberê hikûmeta Îranê, daxwaza hilweşandina hukmê îdamkirina girtiyê siyasî yê mehkûm di îdamê “Heyder Qurbanî” kiribûn.

Roja Duşemî 18`ê Gelawêjê, malbata wî girtiyê siyasiyê mehkûm bi îdamê, serdana dadgusteriya giştî ya parêzgeha Sineyê kiribûn û dadgusteriya giştî bi malbata navbirî re ragihandibûn ku daxwaza cîbicîkirina madeya 477 a yasaya Olî ya dadresiya “Keyferî” bo “Heyder Qurbanî” hatiye redkirin û dosiyeya navbirî bo cîbicîkirina hukim bo taya birêvebirina hukimê dadgeha Şoreş a bajarê Kamiyaranê hatiye veguhastin.

Meha Sermaweza sala 1399`an, parêzerê “Heyder Qurbanî” “Salih Nîkbext” di hevpeyvînekê de digel nûçegihaniya “ÎLNA”yê, bas ji daxwaza cîbicîkirina madeya 477 a yasaya Olî ya dadresiya “Keyferî” bo “Heyder Qurbanî”  kiribû.

Meha Rezbera sala 1399`an, hejmarek ji mamostayên Olî, pêşnivêjên mizgewtan, mamostayên bajarên “Sine, Merîwan û Kamyaran”ê û hejmarek ji nûnerên meclisê, di nameyekê de, bo berpirsê dezgeha Dad, daxwaz ji navbirî kiribûn ku zivirîna dadresiya “Heyder Qurbanî” ji aliyê wan ve bê wergirtin.

Di meha Xermanana sala 1399`an a Rojî de, dîvana bilind a welat zivirîna dadresiya wî girtiyê siyasî yê mehkûm bi îdamê, ret kiribû.

Roja Çarşemî 15`ê Gelawêja sala 1399`an, cezaya îdamkirina girtiyê siyasî yê Kurd “Heyder Qurbanî” li girtîgeha navendî ya bajarê Sineyê, ji aliyê taya 27 a dîvana bilind a welat li bajarê Qumê hate piştrastkirin.

Piştî piştrastkirian cezaya îdamkirina “Heyder Qurbanî” li dîvana bilind a welat, parêzerê dosya navbirî, daxwaza pêdeçûnê ji taya hevterîb li dadgeha Şoreş a bajarê Sineyê kir.

“Heyder Qurbanî”, di dawiya meha Rezbera sala 1395`an a rojî de, hatibû binçavkirin û hêzên ewlehî navbirî bi “hevkrîkirin li kuştina çend kes ji hêzên hikûmet”ê, tohmetbar kiribû.

Meha Reşemeya heman salê televîziyona Îngilîsî ziman a “Press Tv” bi nîşandana belgenameyek bi navê “Ajotvanê Merg” beşek ji îtirafa bizorê ya wî girtiyê Kurd belav kir.

Ew girtiyê siyasî, li 14`ê Rezbera sala 1398`an, bi tohmetên “lêdana fîzîkî û birîndarkirin bi çek, beşdarî di kuştina bi zanebûn, hewildan û alêkarîdab bo revîn ji lipeyketin, hukimdan û cezadanê, hevkarî li kuştina bi zanebûn, destpêka kuştina bi zanebûn, guherîna pilaka maşînê, dizîna mirovan û wergirtina darayiya ya hatî dizînê”, di taya 1 a dadgeha Keyferî ya bajarê Sineyê de hatibû cezadan.

Ew girtiyê siyasî di taya 1 a dadgeha keyferiya 1 a bajarê Sineyê bi 3 girtîgeha te`izîrî, her yek ji wan bo heyama 30 sal tawana hevpar li kuştina bizanebûn û hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberî hikûmeta Îranê “li gor madeya 134 a yasayê ceyê Îslamî”hatibû cezadan.

Herwisa taya 1 a dadgeha keyferiya 1 a bajarê Sineyê ew girtiyê siyasî yê Kurd bi sedema zewtkirina 2 maşînên cora pêjo 405, bi du cezayê qamçîlêdan yê te`izîrî her yek bi rêjeya 100 qamçiyan, bi tawana danîna pilakê maşînê bi du girtîgeha te`izîrî her yek ji wan bo heyama 15 meh, bi tawana destpêka kuştina bi zanebûn cezayê 6 meh girtîgeha te`izîrî, bi sedema sê tawanên hevldan û hevkarîkirin bo revîna tawanbaran bi sê cezayên girtîgeh her yek ji wan bo heyma 4 salan hatibû cezadan.

“Heyder Qurbanî”, li taya 1 a dadgeha Şoreş a bajarê Sineyê, bi tohmeta “bexî, hilgirtina çek li dijî hikûmet û nîzama hikûmeta Îslamî” hatibû dadgehîkirin û roja Sêşemî 8`ê Rêbendana 1398`an, bi awayek fermî cezayê îdamkirina wî li girtîgeha bajarê Sineyê bi navbirî hatibû ragihandin.

Lêkolînên li derheq dosiya wî girtiyê siyasî ji aliyê taya 1 a lêkolîna dadgeha bajarê Kamyaranê, polîsê agahî û îdareya Îtila`ata bajarê Kamyaranê ve hatiye cîbicîkirin.