Girtina welatiyan û xistina bandor ser girtiyên siyasiyê Kurd

21:05 - 14 Tebax 2013
Ajansa Kurdpa: girtiyên polîtîkî yên li girtîgehên curbicurên Îranê bi bi formik sîstematîk li bin bandor û işkencan dene.

Gorekî raporta gihîştî bi ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, 2 kes ji girtiyên siyasiyê Kurd li şarên Bendr Ebbas û Mihabad li reaksiyona rewşên nebaş û riftara ajanên asayişa girtîgehê dest dane man girtina xawarinê.

Li wê barê de kempêyna naw-netewiya mafê mirov li Îranê ji derb û kutan û bi kar girtina bandor ser 2 girtiyên polîtîkiyê Kurd bas kir û ragihand: Kerîm Mûsa zade girtiyê siyasî li girtîgeha Bender Ebbas ji pişka kargeriya girtîgehê bi benda ragirtina hewsiyên tawanên metirsîdar hatiye raguhastin.

Ev endamê sentera Ferzanêganê Cewan, li heyva Mordada sala 1388 bi destê dezgeha ewlehiya Ormiyê hatibû girtin.

Hegera raguhastina vî xebatkarê siyasiyê Kurd bi benda sizayên metirsîdara girtîgeha Bender Ebbas ji wê derê despêkir ku evî ji çon bi hundirê benda hatî qedexe kirn xwe ragirt û paşî mededkarê girtîgehê li ber çavên cçgirê perpirsê girtîgehê , da ber lêdan û kutana dujwar û evî jî bo 6 rojan man ji xwarinê girt.

Kerîm Mûsa Zade, tev Emîr Talibî Fer, bi tawana şerkerî û endametî li partên opozîsiyona hukûmeta islamiya Îran bi 6 sal hewsa tev dûrxistin bi girtîgehên Bender Ebbas û Zahidan hatin mehkûn kirin, her dîsa li benda sizayên metirsîdara girtîgeha Bender Ebbasê tê ragirtin.

Xizir Resûl Moruvvet girtiyê din yê siyasiyê Kurd jî li benda sizayên metirsîdara girtîgeha sêntrala Mihabadê tê ragirtin û ew jî bi 8 rojan li man girtina xwarine de bû.

Ew xebatkarê xwendekariyê ji aliyê payedarê girtîgehê bi hegera pêywendiya Xizir(Şemal) tev ragihandinên derî welatê Îranê li bin bandore.

Ewî sala 1387 jî 2 salên xwe li girtîgehên hukûmeta islamiya Îranê de derbas kiribû û li 7ê heyva Isfenda sala borî de heya niha li hewsa katiya binkên asayişê deye û li wî mideyî de ketiye ber îşkence û azar û zehmeta girtîgeha asayişa Ormiyê.

Jêpirsê dosya Xizir Resûl Morovvet ragihandiye ku paşî dana hukmê Kêyfer xwast, li heyva Şehrîwerê de dadgeha vî yê bê kirin.

Li şarê Sinê jî raport hatiye dan ku roja borî, welatiyik 32 salî rûniştiyê taxa “Gulşen” bi navê Serkewt Selewatî bi destê hêzên asayişê hatiye girtin û bi cîyik nekivş hatiye raguhastin.

Serekaniyik agadar bi kempêyna bergirî ji mafê girtiyên siyasî û şaristanî gotiye : ajanên şarê Sinê paşî girtina vî li malê de, mal vekolîn û komputer û hinik ji tiştên navbirî yên kesîn tev xwe dibin.