Girtina 3 welatiyan li şarên Şino û Mihabad

12:15 - 10 Çirriya paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: 2 welatî ji xelkê dewera Şino, paşî hindê ku ji aliyê hêzên milîtariyên hukûmeta islamiya Îranê dane ber gulleyan, sernivîsa wan nerone.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, roja Pêncşem, 2 kes binavên Mikaîl Derbendî û Idrîs Derbendî ku li dewera Serdeştê ji aliyê hêzên milîtarî dane ber gulleyan, bi hindê bi dû çona malbata van 2 welatiyan, çi zanînik berdest de çinine.

Tê gotin ku ev 2 welatiyên Kurd ji xelkên gundê “ Ca Şêran”a dewera Şino, li naw maşîna xwede bi şika hilgirtina tiştên qaçax, ji aliyê hêzên milîtarî ketine ber şêlikiyê.

Ji aliyik din, şeva borî, welatiyik din bi navê “ Morad Ismaîlî” ji xelkê taxa “ Pişt tep”a şarê Mihabadê ji aliyê hêzên milîtariya hukûmeta islamiya Îranê hatiye girtin.

Bi gotina kesên wir,” hêzên milîtarî bi maina hebûna tiştên qaçax, xwestine mala Morad Îsmaîlî vekolin, lê navbirî rêgirî ji vekolîna mala xwe kiriye û li sedem de şer û levdan li nawbera hêzên milîtarî û welatiyan de qewimiye”.

Tê gotin ku ew levdana ji derengiya êwara roja Pêncşem heya saet 3ê sibêzûya rja Înî, dom hebiya û li incam de “ Morad Ismaîlî” ji aliyên wan hêzan de hatiye girtin û heya niha sernovîsa vî nerone.

Xebatkarên polîtîk li aw awir hene ku paşî hatin ser karê “ Hesen Rohanî” bandora hêzên ewlehî û milîtariyên hukûmeta islamiya Îranê ser welatiyan, roj bi roj zêde kiriye.