Girtîgeha Merîwan; “Xebat Weysî” bi danîna barimteyê hat azadkirin

17:28 - 28 Şibat 2022

Roja Duşemî, 9ê Reşemê welatiyek Kurd ê bi navê “Xebat Weysî” temen 24 salî kurê “Ebdulla” xelkê gundê “Gulçiyer”ê ser bi bajarê “Merîwan”ê bi danîna barimteya giran ji girtîgeha wî bajarî hate azadkirin.

Ew welatiye bi danîna barimteya  yek miliyard Tumenî bi awayê demkî heta dema dawî hatina qonaxa dadresiya wî, ji girtîgeha bajarê “Merîwan”ê hatiye azadkirin.

 “Xebat Weysî” piştî bi dawîhatina lêpêçînê, ji girtîgeha îtila`ata Spaha Merîwanê bo girtîgeha bajarê “Merîwan”ê hatibû veguhastin.

“Xebat Weysî” di dema binçavkirinê de ji mafê hebûna parêzer û hevdîtin digel malbata xwe hatibû bêparkirin.

Roja Yekşemî 10 Rêbendanê, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî erîş kiribûne ser mala navbirî û ew binçav kiribûn.

Hêzên ewlehî mobayla “Xebat Weysî” û mobayla bavê wî digel xwe biribûn.

Heta niha ji sedema binçavkirin û tohmetên ku bi ser wî welatiyê Kurd hatiye sepandin, ti zaniyariyek li ber dest nîne.