Girtîgeha Êvîn: Xebat Fedayî hunermendê Kurd bi danîna barimteyê hat azadkirin

18:02 - 15 Çirriya paşîn 2022

Roja Duşemî 23`ê Xezelwerê, Xebat Fedayî hunermendê Kurd yê xelkê gundê “Borîder” a ser bi bajarê Seravayê û rûniştiyê bajarê Tehranê bi danîn barmteyê û bi awayê demkî heta bidawîhatina qonaxên dadweriyê li girtîgeha Êvînê hat azadkirin.

Ev hunermendê Kurd di heyama binçavkirinê de ji destpêragihîştin bi parêzer û hevdîtin digel malbata xwe hatibû bê par kirin û tenê çend caran digel malbata xwe bi telefonê pêwendî girtibû.

Herwisa hêzên ewlehî dest biser tiromibîla Xebat Fedayî girtine û hesaba bankî ya wî û hevjîna wî jî ragirtine.

Xebat Fedayî, hunermendê Kurd û xelkê gundê “Borîder” a ser bi bajarê Seravayê û rûniştiyê bajarê Theranê roja 4`ê Pûşperê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçav kirin.