Girtîgeha Êvîn: Endaziyar Perham Perwerî bi dijaytîkirin digel Xwedî hat tohmetbarkirin

18:45 - 15 Çirriya paşîn 2022

Roja Çarşemî 18`ê Xezelwerê, Endaziyar Perham Perwerî yê xelkê bajarê Seqizê di pêvajoya xwenîşandanan li Tehranê hatibû binçavkirin û ji aliyê dozgeriya ewlehî ya girtîgeha Êvînê bi dijayetîkirin digel Xwedê hat tohmetbar kirin.

Yek ji kesên nêzî wî welatiyê Kurd ji Nûçegihaniya “Kurdpa” re ragihandiye ku: Perham Perwerî li 11`ê Rezberê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo girtîgeha Feşafoşeyê hatibû veguhastin.

Herwisa vê çavkaniya agehdar zêde jî kiriye ku: Perham Perwerî piştî ragirtina hefteyekê li girtîgeha Feşafoye de bo girtîgeha Êvînê hatibû veguhastin.

Perham Perwerî temen 25 saliye û xwediyê bawerînameya Endazyarî ya Mikanîkê li zanîngeha Sene`itî ya Urmiyê ye û Mizefer Perwerî û Sirwe Sûzenî, dêv û bavê Perham jî ji mamoteyên malinşîn yên bajarê Seqizê ne.

Perham xwediyê pileya sê ya dewletî di rikeberiya avjeniyê de ye û herwisa di çendîn rikeberiyên navçeyî û xwandekarî de kariye çendîn pileyên serkevtinê bidest bixîne.

Endazyar Perham Perwerî niha di benda 209 a girtîgeha Êvînê de ye û di yek ji kompaniyayên endazyarî li Tehranê de mejûlî kar bû.