Girtîgeha bajarê Nexedê; Şêrko Agûşî hate murexesiyê

18:53 - 1 Gulan 2021

Roja Duşemî 6`ê Banemer, girtiyê siyasî yê xelkê bajarê Pîranşehrê,“Şêrko Agûşî”, ji girtîgeha bajarê Nexedeyê hate murexesiyê.

Ew girtiyê siyasî roja Pêncşemî 30`ê Rêbendana sala 1399`an, bi danîna barimteya 500 milyon Tumenî ji girtîgeha bajarê Nexedeyê hatibû murexesiyê û roja Înê 6`ê Xakelêweyê piştî bi dawîhatina heyama murexesiya xwe, car din wegeriyabû girtîgehê.

Berê ew welatî ji aliyê dadgeha şoreş a bajarê Pîranşehrê ve bi tohmeta “endambûn li yek ji Partiyên Kurdî yên dijberê hikûmeta Îranê”, bi 5 sal girtîgeha te`izîrî hatibû cezadan.

Navbirî li dosyeke din de, tohmeta “hewla çekdarî û pevçûn digel hêzên Spaha Pasdaran” bi ser de hatiye sepandin ku ew dosyaye li dadgeha şoreş a bajarê Mihabadê de vekirî ye û kombûna dadgehîkirina navbirî di wê dadgehê de bi rê ve diçe.

“Şêrko Agûşî”, li roja Şemî 9`ê Xermanana sala 1398`an, piştî birîndarbûna wî ji aliyê hêzên Spaha Pasdaran ve, hatibû binçavkirin.

Roja Înê 8`ê Xermanana heman salê, birayê wî welatiyî yê bi navê “Sadiq Agûşî”, bi sedema teqeya hêzên Spaha Pasdaran canê xwe ji dest dabû.

Herwisa bavê wan 2 welatiyan, “Kawe Agûşî”, li roja Înê 8`ê Xermanana sala 1398`an hatibû binçavkirin û piştî bi dawîhatina heyama lêpirsîna wî hatibû azadkirin.