Gireva girtiyên siyasî yên girtîgeha Recaî Şeherê

21:23 - 29 Çirriya paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Çend girtiyên siyasî di zindana Recayî Şehr a Kerecê de, li ser bingeha vê ku girtiyên xeyrê siyasî azar û eziyeta wan dikin, û herwisa seba reftara xirab ya berpirsên girtîgehê, dest bi gireva birçîbûnê kirine.

Se’îd Rezewî Feqîh, Se’îd Medenî, Ce’ifer Îqdamî, Bêhzad Erebgul û Kamran Eyazî ji wan girtiyên siyasî ne, ku ji aliyê girtiyên ne siyasî ve gef li wan xwerine, û bi kêrê êrîş birine ser wan, û birîndar kirine. Wan ji bo nîşadana nerazîbûna xwe li hemberê vê kiriyarê, û xemsariya berpirsên girtîgehê, di vê derbarê de dest bi gireva birçîbûnê kirine.

Tê gotin ku berê jî wan girtiyan di vê derbarê de hişdarî dabûn ku komek ji wan zindaniyên bi sûçên tundûtîjiyên civakî hatine binçavkirin û ji aliyê berpirsên girtîgehê ve piştevanî ji wan tê kirin, ku gefan ji girtiyên siyasî dixwen.

Siyamek Qadirî rojnamenvîs, ku salên hepsa xwe di girtîgeha Recayî Şehrê de darbaz kiribû, niha jî ku di Amerîkayê de jiyanê dike, û di vê pêwendiyê de, ji mediyayan re gotiye ku: “Bê berpirsaiyetiya berpirsên zindanê di kontrolkirina hundirê girtîgehê û bi giştî di nav girtîgehê de li stûyê girtiyan e, her ev yeka jî bûye sedem ku berpirsên girtîgehê ji vê mikanîzmê ji bo kontrolkirina girtiyan mifahê werbigirin”.

Qadirî dibêje; Di girtîgeha Recayî Şehr de destê hinek ji girtiyên ku bi sûçên bikaranîna madeyên hişber û hwd…, hatine binçavkirin, vekirî hêlane, û ev girtiyane jî serbest kirine da ku gefan li girtiyên siyasî bixwen.