GIREVA BIRÇÎBÛNA “MIHEMED NEZERΔ DIDOME

21:19 - 29 Îlon 2012
Ajansa Kurdpa: Dadwerê dosyeya Nezerî, ji malbata wî re gotiye divê Mihemed dawî bi gireva xwe bîne lê Mihemed dikifşîne ku wê heya cîbicîkirina xwestekên xwe girevê bidomîne.

Pêka rapora Kurdpayê, Mihemed ew Yek bi pêwendiya Telefûnî ji malabata cxwe re gotiye ku wê gireva xwe bidomîne ji ber ku ew tawanbar niye.

Malbata wî ji Ddawer re dibêjin: Me di rêya şerê tewlî Seddam de 3 zarokên xwe ji dest danme lê Hukûmet bi me re wisa tevdigere.

Mihemed Nezerî, 19 Salan beriya niha ji aliyê Qazî Cemîl zade ve li Urmiye bi daleqandinê ve hate mehkûmkirin lê 13 Salan beriya niha bi Hebsa Ebedê hate mehkûmkirin ku ew yek Encama Efûyê bû.

Niha Nezerî, Hebsa xwe li Girtîgeha Goherdeşta kerecê derbas dike û ew heyamê 20 rojan e ku gireva ji xwarinê girtiye.

Mihemed Nezerî 19 Salan beriya nihya di demekî de bi bi darvekirinê hate mehkûmkirin ku çi caran ew Îttihama xwe nepejirand û ew yek heya cihekî bû ku wî parêzer jî çi nebû.

Nezerî di warê cesteyî de rewşek ne baş heye ku sedema wê jî girtina gireva birçîbûnê ye.