Gireva biçîbûnê ya mamoste Fatih Mecîdî berdewam e

19:07 - 1 Hezîran 2022

Mamosteyê derkirî û çalakvanê warê kedkarî yê bi navê “Fatih Mecîdî” û xelkê bajarê Baneyê, roja Duşemî 19`ê Banemerê bi nîşana anîna ziman a nerazîbûna xwe li derheq binçavkirina neyasayî û bêparkirina navbirî ji destpêregihîştina bi dermanên xwe, dest havêtiye bi gireva birçîbûnê.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, rewşa giştî ya wî çalakvanê kedkarî piştî girevgirtinê nebaş e.

Herwisa wê çavkaniyê daye diyar kirin ku: “Di wê heyamê de, “Fatih Mecîdî” bi dest û pêyên girêdayî bo derveyî girtîgeha îdareya Îtila`atê hatiye veguhastin û piştire ji nexweşxaneya Selahedîneyûbî bo girtîgehê hatiye veguhastin”.

Di berdewamiyê de wê çavkaniyê daye zanîn: “Fatih Mecîdî nexweşiya dil û guçikan heye û dilê wî çalakvanê kedkarî bi betriyê kar dike”.

Ew welatî di heyama binçavkirina xwe de, ji mafê destpêregihîştina bi parêzer û hevdîtina digel malbata xwe hatiye bêparkirin û rewşa tendrustiya giştî ya wî çalakvanê kedkarê  binçavkirî, nigeraniya malbata wî li pey xwe anî ye.

Roja Sêşemî 6`ê Banemerê, “Fatih Mecîdî” digel 6 çalakvanên din yên kedkarî li roja cîhanî ya kedkaran, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûn binçavkirin û ji sedema binçavkirin û tohmetên ku li dijî navbirî hatine sepandin ti zanyariyek ber dest nîne.

 “Fatih Mecîdî” ji sala 1359`an heta sala 1368`an a rojî bi tohmeta “alîkarîkirin û endambûn digel yek ji partiyên Kurdî”, li girtîgehên Gevherdeşt, Êvîn, Sine û Kamêranê de, girtî bûye.