Gencekî din li Gelêna Sine hat binçavkirin

16:22 - 12 Tîrmeh (Temûz) 2012
Ajansa Kurdpa: gencek din ê Kurd ji aliyê Hêzên Ewlehiye Komara Islamiya Îranê ve li gundê Gelên a bajarê Sine hat binçevkirin.

Li gor rapora gihîştî bi Nûçegihaniya Kurdpa, roja 20’ê pûşperê, Yedulla Weysî temen 22 salî û kurê Ce’fer, xelkê gundê Gelên hat binçavkirin.

Heya niha şûnê radestkirina wî û sedema girtina wî jî ne xuyaye.

Li heyamên nêz ên derbasbûyî de şîpek nû ji girtina welatiyan det pê kiriye û 2 rojan beriya niha jî du birayên wî gundî bi navên Hemze û Ferşîd hatin binçavkirin.

Li gor amara tomarkirî li Navenda Amara Kurdpa, li 22 rojên derbazbûyî de 64 welatiyên kurd li herêmên cud cudaye Kurdistana Îranê, ji aliyê Hêzên Ewlehiye Komara Islamiya Îranê ve hatine binçav kirin.

Ev amar ji aliyê Navenda Amara nûçegihaniya Kurdpa ve hatiye belav kirin û renge amara rastîn, li viya jî zaftir be.