GENCEK KURD 2 HEYVAN HEBSÎ BÛ WÊCA RADESTÎ GIRTÎGEHÊ HATE KIRIN

16:32 - 12 Tebax 2012
Ajansa Kurdpa: Gencekî Kurd 2 heyvan di Girtîgeha Idareya Ittila’ata Merîwanê de hate rawestandin, pişt re radestî Girtîgeha Navendiya Merîwanê hate kirin.

Li gor kurdpa, “Wirya Ferecî”Ê 25 salî ku 9’ê Hezîranê li Sînorên Pîranê hatibû dest biserkirin, piştî 2 heyvan sekinandin di Girtîgeha Idareya Ittila’ata Merîwanê de rawestandin, radestî Girtîgeha Navendiya Merîwanê hate kirin.

Ev gence ku li Herêma Kurdistanê mijûlî Kedkariyê bû, li dema vegeriyanê bo Kurdistana Îranê tewlî hevalê xwe ê bi navê “Piştîwan Efserî” hatine girtin.

Roja 5’ê Tebaxê Piştîwan tewlî 2 hevalên xwe bo Girtîgehê hatine veguhastin.

Pêka Zanyariyan, Wirya di dema Hebsiyê li Ittila’atê de ketiye jêr Işkenceyan.

Malabat Ferecî 2 rojan beriya niha Hevdîtinek tewlî Wirya hebûne.

Li gor Kurdpa, her 5 Welatiyên “Nê” a Merîwanê ji bo Girtîgehê hatine veguhatin.

Ji alî din ve 2 çalakên Xwendekarî Ên Merîwanê bi navên “Elî Tase” û “Ubeyd Zarê’î” serpêhatiyek ne rohn hene.