Gelawêja sala1400 an; 110 haletên binpêkirina mafê mirovî li Kurdistanê

19:32 - 24 Tebax 2021

Navenda Amar a Saziya Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, di raporekê amarî de, îşare bi girîngtirîn haletên binpêkirina mafê mirovî li Rojhilatê Kurdistanê di meha Gelawêja sala 1400`an de dike ku kurtiyek ji wê bi wî awayî ye:

Îdamkirina welatiyên Kurd li Kurdistanê: 6 halet

Binçavkirina welatiyên Kurd li Kurdistanê: 66 halet

Cezadana welatiyên Kurd bi girtîgehê: 9 halet

Kuştin û birîndarkirina kolberan: 24 halet

Mirin û birîndarbûna kedkaran: 5 halet

Îdamkirina welatiyên Kurd: 6 halet

Hejmara giştî a îdamkirinan li Îranê: 30 halet

Tohmeta ku bûne sedema îdamkirinê di Îranê de bi giştî:

Qetil: 12 halet

Cezayên girêdayî bi madeyên hişber: 18

Herwisa:

6 kes ji îdamkiriyan Kurd û 5 kes ji wan jî xelkê Belûç bûne

3 kes ji welatiyên Kurd bi tohmeta “qetil” û 3 kes bi tohmeta “cezayên girêdayî bi madeyên hişber” hatine îdamkirinê.

Yek ji wan îdamkiriyan ê bi navê “Secad Sencêrî” di dema binçavkirina wî bi sedema qetlê de, di bin 18 saliyê de temenê wî bû.

Binçavkirî: 66 halet

61 kes ji wan binçavkiriyan di meha Gelawêja sala 1400`an de hatine binçavkirin. 

5 kes jî bo derbaskirina heyama cezaya xwe ku piştre bi wan ragihandine hatine binçavkirin û bo girtîgehê hatine veguhastin. 

 Çarçoweya çalakî:

1 çalakvanê jngeparêz, 1 çalakvanê medenî, 1 çalakvanê ferhengî, 1 çalakvanê nivîskar û 1 helbestvan

Sedem û şêwaza binçavkirina welatiyan:

Binçavkirin ji aliyê hêzên ewlehî ve: 66 halet

Qedera nexuya piştî binçavkirinê: 60 halet

Cihê nexuya piştî binçavkirinê: 52 halet

Êrîş û xirabkirina xaniyan li dema binçavkirinê ji aliyê hêzên ewlehî ve: 11 halet

Zevtkirina keresteyên kesîn: 3 halet

Lêdan û kutana welatiyan di dema binçavkirinê de: 5 halet

Tohmetên sepandî di dema binçavkirinê de:

Hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurdî: 3 halet

Piropagende li dijî nizamê: 3 halet

Beşdarîkirin di xwepêşandana piştevanêkirin li xwenîşandanên Xuzistanê: 17 halet

Welatiyên Kurd ên ku bi girtîgehê hatine cezadan 

Hejmar: 9 halet

Çawahiya hikman

Girtîgeha te`izîrî: 22 sal girtîgeha te`izîrî

Dirbên qamçiyan: 240

Çarçoweya çalakiya hejmarek ji wan kesan :

Girtiyên siyasî: 3 halet

Rojnamevan: 3 halet

Hunermend: 1 halet

Tohmetên sepandî:

Piropagende li dijî nizamê: 3 halet

Hevkarîkirin digel Partiyên Kurdî: 1 halet

Endambûn li girûpên Olî: 1 halet

Belavkirina nûçeyên nerast: 1 halet

Bêrêzî û tohmet: 1 halet

Bêrêzî bi rêberî: 1 halet

Kuştî û birîndarbûna kolberan 

rêje: 24 halet (2 kuştî û 22 birîndar)

Çawahiya kuştin û birîndarbûna kolberan:

Teqa rasterast a hêzên leşkerî yên Îranê: 22 halet

berbûn ji bilindahiyê: 2 halet

Herwisa di wê mehê de 12 kolber bi sedema bûyerên hatûçonê hatine kuştin û birîndarkirin. (2 kuştî û 10 birîndar)

Kuştî û birîndarbûna kedkaran li Kurdistanê 

Di wê heyamê de 5 Kedkar bi sedema berbûn ji bilindahiyê ve di dema karkirinê de canê xwe ji dest dane

2 kes ji wan kedkarana li herêma Kurdistanê û 1 kes jî di yek ji bajarên Îranê de canê xwe ji dest da ye.

Amadekar: Evîn Mistefazade