gefxwarina dadistanê bajarê Kirmaşanê ji welatiyan û kasibkaran

17:19 - 19 Çirriya paşîn 2020

Roja Çarşemî 28ê Xezelwerê, bi sedema şer û pevçûna dukandar û kasibkarên bajarê Kirmaşanê digel memûrên şaredariyê, dadsitanê giştî û şoreşî yê wî bajarî, gefa cezayê li kasibkaran xwar.

Şer û pevçûna memûrên şaredariyê digel dukandar û kasibkarên taxa “Debîr Eizemî” a ser bi bajarê Kirmaşanê û bilavbûna fîlma vê pevçûnê di ser torên civakî de, berteka Şeram Keremî, dadsitanê wî bajarî li pey xwe anî.

Ew berpirsê hikûmetê li derheq bilavbûna vê fîlmê ya pirsgirikên navbera memûrên şaredariyê û dukandar û welatiyan, gefa cezadana wan kesan xwar ku ew fîlme li ser torên civakî bilav kirine.

“Şeram Keremî” belavkirina wan fîlmane li ser torên civakî yên kanalên dijberên hikûmetê ragihandiye: “Hin ji kanalên dijberê nizama Komara Îslamî a Îranê, bi belavkirina wan fîlmane, bas ji amadebûna hêzên ewlehî û reftarê wan hêzana digel dukandar û xelkê kirine, ku ti yek ji hêzên nîzamî û ewlehî li cihê bûyerê nebûne”.

Dadsitanê giştî yê bajarê Kirmaşanê gefekî micid li welatiyan û dukandaran xwaeriye û ragihandiye: “Digel wan kesane ku hewla afirandina wê bûyerê bûne, li gor yasayê emê digel wan reftar bikin”.

“Şeram Keremî” sedema gatina goprê a şer û pevçûna memûrên şaredariyê û dukandar û welatiyan, bo li berçavnegirtina rêkarên tendirustî û Koronayê daye zanîn û eva jî di demekê de ye ku kasibkarên wî bajarî wan axavtinan ret dikin.