Gef xwarin ji Kolberên reben!

15:16 - 9 Tîrmeh (Temûz) 2012
Ajansa Kurdpa: givaşên Hêzên wlehî bi ser Kasibkar û Kolberên Kurd gihîştiye asteke berz û di wê pêwendiyê de Kolberên Tirgewera Urmiye bêpar ji wan hereşeyan nebûne.

Pêka nûçeyê Nûçegihaniya Kurdpa, li rojên derbas bûyî de Hêzên ewlehiye Îranê dest bi be’icandina Kolberan kiriye.

Yek ji Kasbkarên han ji Nûçegihanê Kurdpa re gotiye ku hekî nêzî Sînor bin, emê we bikujin.

Kuştin û birîndarkirina Kasibkarên ser Sînor didome:

Li gor amara tomar kirî li navenda amara Kurdpa, he ma li heyamê 50 rojên bihorî de, 14 Kolber li ser Sînoran hatine kuştin û birîndar ketin.

Li gişt ew teqeyên Hêzên Îranê bo ser Kasibkaran, 6 ji wan bûne sedema kuştinê û 8’ên din bûn egera birîndar ketinê.

Ew amara navbirî ji aliyê navenda amara Kurdpa belav bûye û renge amara rastîn li viya zaftir û nepenî be.