Gef û zexta hêzên Îttlatî li ser malbata 2 çalakên siyasî dom dike

20:51 - 12 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: Dayik û Bavê 2 çalakên siyasî yên Kurd û xelkê bajarê Bokanê rûbirûyê gef û bêhurmetiya hêzên Îttlatî yên Komara Îslamiya Îranê bûne.

Kawa Kanebî çalakê siyasî yê Kurd di hevpeyvînek taybetî de bi ajansa kurdpa ragehand: Li heyamê pitir ji salek beriya niha dayik û bavê me seva çalakiyên min û xwîşka min rûbirûyê zext û giwaşa hêzên Îttlatî yên dewleta Îranê bûne.

Çalakê siyasî yê kurd basê vê yekê jî kir, roja Sêşemiyê berwar 11’ê Hezîranê ji aliyê hêzên Îttlatî yên Komara Îslamiya Îranê hatine gazî kirin û serbarî kal bûna wan heta demek dirêj li Îdareya Îttlat de hatine ragirtin.

\"13250.jpg\"
Kawa Kanebî basê vê yekê jî kir, hêzên Îttlatî bi dayik û bavê min ragehandine, divêt ku zarokên ve li welatê Turkiyê akincîne, bo Îranê vegerin û eger guhê xwe nedin me emê we wek sîxur bidin naskirin û dê rûbirûyê dadgehê bin.

Navbirî basê vê yekê jî kir ku bavê min heyamê 30 salan karmendê Îdareya Post bûye û çend sale ku hatiye xanenişîn kirin û hêzên Îttlatî gefa vê yekê dikin ku mafê vî yê xanenişîn kirinê qot kin.

Kawa Kanebî sala bihûrî tevî xwîşka xwe binavê Nesirîn seva zext û giwaşên hêzên Îttlatî bi neçarî li Îranê rewiyan û niha li welatê Turkiyê jiyanê dikin.

Kawa û Nesirîn seva xwenîşandanekê ku bi hinceta kuştina keça Kurd ya binavê Sumeye Feyzullahpûr hatibû rêkxistin, ji aliyê hêzên Îttlatî yên Komara Îslamiya Îranê hatibûn naskirin û seva wan zext û giwaşan bi neçarî ji Îranê rewiyan e.