Gazîkirina welatiyên gundê “Nê” ji aliyê navendên ewlehî ve berdewam e

17:45 - 15 Adar 2022

Di heyama çend rojên derbasbûyî de, li berdewamiya gazîkirina welatiyên xelkê gundê “Nê” yê ser bi bajarê Merîwanê, 20 welatiyên din ên xelkê wî gundê bo navendên ewlehî hatine gazîkirin.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, ew welatiyane ji rêya peywendiya telefonî bo Îtila`ata Spaha Pasdaran û îdareya Îtila`ata bajarê Merîwanê hatine gazîkirin.

Herwisa wê çavkaniyê got: “Sedema gazîkirina wan welatiyan bo pêşgirî ji birêvebirina cêjna Newrozê li gundê “Nê”yê bûye”.

Nasnameya wan 20 welatiyên ku bo navendên ewlehî hatinî gazî kirin bi wî awayê ye: “Xêret Perwaze, Mihemed Nîkpey, Amanc Nîkpey, Burhan Kiyanpûr, Hemîd Perhîzkar, Umîd Perhîzkar, Emîr Kawe, Piştîvan Pertew, Şehriyar Pertew, Ebdul Pertew, Şueyb Kawe, Mihemed Erjengî, Nasih Xoşpeyam, Kamran Efserî, Karzan Efserî, Enver Direxşanî, Yûsif Direxşanî, Arvîn Nîkpey, Îdrîs Kawe û Saman Kawe”.

Di heyama çend rojên derbasbûyî de, îdareya Îtila`ata bajarê Merîwanê 41 welatiyên xelkê gundê “Nê”yê bo wê navenda hikûmetî gazî kirine û navên wan wiha ye:

1-Rehmet Efra 2-Arman Efra 3-Mihemed Efra 4-Peyman Efra 5-Selman Efra 6-Keywan Nîkpey 7-Arman Nêkpey 8-Hesen Nîkpey 9-Aryen Nîkpey 10-Amanc Nîkpey 11-Xalid Nîkpey 12-Sîna Nîkpey 13-Ehmed Perwaze 14-Aram Perwaze 15-Hawrê Perwaze 16-Mihemed Perwaze 17-Ferîd Perwaze 18-Emîr Erjenig 19-Sitar Erjeng 20-Pêşewa Erjeng 21-Bêsitûn Erjeng 22-Ebdulbasit Efşar 23-Edulrehman Eşfar 24-Piştîwan Tedbîrî 25-Kawe Mînûyî 26-Mihemedseîd Emiya 27-Saman Emiya 28-Mîlad Bedexş 29-Îbrahîm Mînûyî 30-Ebdulrehman Mînûyî 31-Zahid Direxşanî 32-Burhan Direxşanî 33-Osman Ferehmend 34-Muhsên Ferehmend 35-Omer Ferehmend 36-Mêhdî Şerîfî 37-Emîr Azerî 38-Muhsên Fetahzade 39-Şadiman Mînûyî 40-Sîna Cast 41-Seywan Cast.

Li berebera Newroza sala 1401`an, bexşdarî û fermandariyan di agehdariyekê de gef ji birêveberên rêûresmên Newrozê xwarine ku mifah vergirtin ji alaya Kurdistanê, camane, Gula Sor û govendê qedexeye.

Herwisa di wê agehdariyê de, pêdagirî li ser bikaranîna pîroziyên hikûmetî li cêjna Newrozê hatibû kirin.