Gazîkirina berfireh a xelkê gundê “Nê”yê bo îdareya Îtila`atê berdewam e

16:18 - 1 Kanûna Paşîn 2022

Di heyama 10 rojên derbasbûyî de, îdareya Îtila`ata bajarê Merîwanê dest bi gazîkirina hejmarek zêde ya welatiyên xelkê gundê “Nê”yê ser bi bajarê Merîwanê kiriye.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, hêzên ewlehî soz ji welatiyên gazîkirî vergirtine ku êdî beşdarî li ti yek ji rêûresmên ku li gundê “Nê”yê de birêve diçin beşdariyê nekin û gef ji wan xwarine ku di hegera pêbend nebûn bi sozên xwe, dê wan binçav bikin.

Wê çavkaniya agehdar daye zanîn ku kesên gazîkirî ji malbatên “Direxşanî”, “Nîkpey” û “Perwaze” bûne. 

Tevahiya kesên banghêjkirî piştî çend demjimêran hatine azadkirin.

Di heyama çend salên derbasbûyî de, dehan welatiyên xelkê gundê “Nê”yê ser bi bajarê Merîwanê bi sedema beşdarîkirin û birêvebirina rêûresma Newroz û çendîn rêûresmên taybet yên din, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine gazîkirin û binçavkirin.

Bi destêverdana hêzên leşkerî û ewlehî di heyama çend salên derbasbûyî de, birêvebirina rêûresma Newrozê li gundê “Nê”yê, digel tundûtîjî û levdanê ruberû bûne.