Gazîkirin û Dest biserkirina Xwendekarek Kurd li Bakurê Xurasanê

21:37 - 1 Tebax 2012
Ajansa Kurdpa: Gazîkirin û Dest biserkirina Xwendekarên Kurd li Bakurê Xurasanê didome û Xwendekarek din jî li Şîrwanê hate binçavkirin û paş vekolînan hat berdan.

Pêka Nûçeyê Nûçegihaniya Kurdpa, li roja 7’ê Gelawêje ve Xwendekarek Kurd bi Navê Mihemed Mehmûdî hat gazîkirin ji bo Navenda Ittila’ata bajarê Şîrwanê û bi Tawana Têkilî tewlî Kurdên Herêmên Kurdistana Îranê hat binçavkirin.

Ev Welatiye ku Xwendekarê Karnasiya Bala ye piştî Lêkolînan ji aliyê Ittila’at ve paşê hat Serbest berdan.

Yek ji Nêzîkên Mehemed ji Kurdpa re got Tawana wî Têkiliyên Çandî bûye.

Kurdên Xurasanê 2 Milyon Kes in ku li serdema Sefeviyan li Herêma Urmiye ve bo ewder ve hatine Koçberkirin û Hevçand û Hevzimanê Kurdên din Ên Kurdistanê ne.