Gazîkirin û binçavkirina 5 welatiyên Kurd

17:05 - 13 Çirriya paşîn 2021

Roja Pênşemî 20 Xezelwerê, 3 welatiyên Kurd ên bi navên “Eyûb mînayî”, “Cemal Ezîzî” û “Saman Xusrewî” ên  xelkê gundê “Pîr Omran” ê ser bi bajarê Seqizê, bo îdareya Îtla`ata wî bajarî hatine gazîkirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, “Cemal Ezîzî” û “Saman Xusrewî” Piştî çend demjêmir ji lêpirsînê hatine azadkirin lê “Eyûb Mînayî” herwisa binçavkirî maye.

Di wê derheqê de, roja Pênşemî 20 Xezelwerê, 2 welatiyên Kurd ên bi navên “Ebdulla Mehcor” ê temen 55 salî û “Mihemed Mehcor” ê temen 36 salî xelkê gundê “Melqerenî” yê ser bi bajarê Seqizê, ji aliyê hêzên ewlehî ve, hatine binçavkirin.

Hêzên ewlehî bi bê hebûna belgeyên yasayî ew 2 welatiyane ku kurmamê  hev in hatine binçavkirine û bo ciheke nexuya veguhastin e.

Heya belavbûna wê nûşeyê ji sedema gazîkirin û binçavkirina wan 5 welatiyên Kurd ti zanyariyek li ber dest nîne.