Gazîkirin û binçackirina welatiyekî bajarê “Şino”yê ji aliyê îdareya Îtilaatê ve

17:57 - 24 Tebax 2022

Roja Duşemî 31ê Gelawêjê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Omîd Îbrahîmî” kurê “Qadir” xelkê bajarê “Şino”yê, piştî gazîkirin bo îdareya Îtilaata wî bajarî hat binçavakirin.

Pêka çavkaniyek agehdar, hêzên ewlehî ji rêya pêwendiya telefonî ve, ew girtiyê siyasî gazîkirine.

Çavkaniya agehdar behsa vê yekê jî kiriye ku, “Omîd Îbrahîmî” piştî çûn bo îdareya Îtilaata bajarê “Şino”yê hatiye binçavkirin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmetên ku li dijî navbirî hatine sepandin ti zanyariyek ji ber dest nine.

Rêkevta 10`ê Xakelêwa sala 1400an a Rojî ew welatiyê kurd, piştî bidawî hatina heyama girtîgeha wî ji girtîgeha wî bajarî hatibû azadkirin.

“Omîd Îbrahîmî” Pûşpera sala 1397`an bi bê hebûna belgeyên yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo lêpêçînê bo girtîgeha Îtilaata Spahê ya bajarê “Urmiyê” hatibû veguhastin.