Gazgirtinê canê 3 welatiyên Kurd li işkevta Babaehmed a Çaldiranê de girt

12:09 - 24 Kanûna Paşîn 2021

Nûçegihaniya “ Îsna”yê a ser bi hikûmeta Îranê, bas ji canjidestdana 3 welatiyên Kurd li işkevta Babaehmed a bajarê Çaldêranê kir ku termê yek ji wan sê kesan hatiye dîtin û li nav wê işkevtê der anîne.

Berpirsê Heşîmeta Meha Sor li parêzgeha Urmiyê di vê derheqê de ragehand: Termê wî welatiyê Kurd ku hatiye dîtin xelkê bajarê Sinê ye û di hewlê dene termê wan du kesên din jî ku xelkê bajarên Xoyê û Makoyê ne bêne peydakirin.

Li gorî gotina “Secad Îsma`îlzade “ ew sê welatiyên Kurd heval bûne û 4 roj berî niha çûne nav wê işkevtê.

Berpirsê Heyva Sor a parêzgeha Urmiyê got:  “Sedema canjidestdana wan welatiyên Kurd li nav işkevta Babaehmedê belavkirina gaza jehrawî daye zanîn.

Heya niha şûnasa wan sê welatiyên Kurd ji aliyê berpirsên hikûmetê ve nehatiye ragehandin.