Garda taybet ya girtîgeha Ormî, hêriş kire ser girtiyên siyasiyê Kurd

20:50 - 23 Tebax 2014
Ajansa Kurdpa: ajanên garda taybeta nawa girtîgehê, dest bi vekolandina benda siyasiya vê girtîgehê kirin û pişkik ji tiştên naw wir û tiştên taybetiyê nawa girtîgehê zewt kirin.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; garda taybet bi hundirê girtîgeha Ormî, roja Yekşema borî de, bi hêceta wekolîna tiştên peywendî girtin mîna Mobile, hêriş kirin ser girtiyên siyasiyên vê girtîgehêû bêrêzî bi wan girtiyên Kurd kirine.

Serekaniyik li girtîgeha Ormî( girtîgeha Derya) de, bi nûçe gihaniya Kurdpa ragihandiye; ajanên garda taybet, xêncî wekolîna bedena girtiyên siyasî, ew girtî ji benda 12 ku taybet bi girtiyên siyasiye, derxistine derêû tiştên girtiyan wekolane.

Serekaniyê ew jî eşkere kir ku, ajanên garda taybet, tiştên girtiyan xistine ser erdêû hindik kitêb û nivîs û tiştên kesîn yên girtiyan zewt kirine.

Serekaniyê ku nexwest navê wî bê eşkere kirin ew jî got: ev wekolîn û bêrêzî kirin bi girtiyên siyasî, bi biryara bîroya dezgeha ewlehiyê nawa girtîgehê de hatiye kirinê.

Niha pitir ji 30 girtiyên siyasiyê Kurd li salona 12a girtîtgeha Ormî de hewsîne û tê gotin 25 girtiyên siyasiyê din jî li salona cidacidayên vê girtîgehê de ragirtine.