“Fuad Mehdî Îbrahîmiyan” bi sedema teqîna mînê lingê xwe ji dest da

16:48 - 27 Şibat 2022

“Fuad Mehdî Îbrahîmiyan” kolberê temen 24 salî, xelkê bajarê “Serdeştê” ku roja Duşemî 2ê Reşemê, bi sedema teqîna mînê li sînorê bajarê “Bane”yê bi dijwarî birîndar bibû, di wê bûyerê de lingê xwe ji dest da.

Pêka çavkaniyek agehdar, lingê wî yê rastê di nexwşxaneya “Îmam Reza” li bajarê “Tewrêzê” neştergerî bo hatiye kirin û ji aliyê pizîşkan ve hatiye birîn.

Herwisa wê çavkaniyê ragihandiye: “Çavê wî kolberê Kurd yê çepê jî, dê îro 8ê Reşemê di nexwşxaneya “Nîkokar” li bajarê “Tewrêzê” de neştergerî kirine, lewma malbata wî kolberê Kurd nîgeranin ku çavê xwe jî ji dest bide.

Herwisa vê çavkaniyê eva jî gotiye ku “Fuad” li derheq wê bûyerê berdewam dibêje ku îdî jiyanê ti nirxek bal min nemaye.

Roja Duşemî 2ê Reşemê, “Fuad Mehdî Îbrahîmiyan” digel du Kolberên din ên xelkê bajarê “Serdeştê” bi sedema teqîna mînê li sînorê “Hengejal” ê ser bi bajarê “Bane”yê bi dijwarî birîndar bibûn û di destpêkê de bo nexwşxaneya “Selahedîn ê Eyûbî” li bajarê “Bane”yê hatibûne veguhastin.