“Fuad Înayetî” piştî 32 roj binçavkirin li girtîgehê hatiye ragirtin

18:26 - 24 Nîsan 2022

“Fuad Înayetî” yek ji binçavkiriyên rêûresma Newrozê li parka zarokan (parka Newroz) a bajarê Sineyê ye ku hêj di girtîgeha navendî ya bajarê Sineyê de ye.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, berpirsên girtîgehê bo azadkirina wî welatiyê binçavkirî daxwaza barimteyê dikin.

“Fuad Înayetî” rêkevta 2`ê Xakelêweya îsal, li dema birêvebirina rêûresma Newrozê li parka zarokan li bajarê Sineyê, ji aliyê me`imûrên Îtila`ata hêzên Întizamî ve hate binçavkirin.

“Fuad Înayetî” meha Rezbera sala 1398`an a Rojî, di nav kombûnên nerizayetî yên piştîvanîkirin li Rojavayê Kurdistanê li bajarê Sineyê hatibû binçavkirin û piştî bi dawîhatina heyama lêpirsînê bi danîna barimteyê bi awayek demkî hatibû azadkirin û meha Reşemeya heman salê, ew çalakvanê medenî ji aliyê taya 104 a dadgeha Keyferî ya 2 a bajarê Sineyê, bi serokayetiya dadwer “Umîdî” bi tohmeta “têkdana nezm û ewlehiya giştî ji rêya beşdarîkirin li kombûna neyasayî” bi 10 meh girtîgeh û lêdana 74 qamçî hatibû cezadan.

Roja Duşemî 6`ê Gelawêja sala 1399`an, cezayê lêdana 74 dirbên qamçiyan bo welatiyê Kurd ê bi navê “Fuad Înayetî” ji aliyê taya 1 a Birêveberê Cezayê Keyferî li bajarê Sineyê hate cîbicîkirin.