Fuad Înayetî bi danîna barimteyê ji girtîgehê hat azadkirin

16:53 - 24 Çirriya pêşîn 2022

Roja Yekşemî 1`ê Xezelwerê, “Fuad Înayetî” çalakvanê medenî yê xelkê bajarê “Sinê” bi danîna barimteyê ji girtîgeha wî bajarî hat azadkirin.

“Fuad Înayetî” piştî dawî hatina heyama lêpêçînê, roja Şemî 30`ê Rezberê bo girtîgeha bajarê Sinê hat veguhastin.

Lêpirsê taya 2 ya dozgeriya giştî û Şoreş a bajarê “Sinê” ew çalakvanê medenî bi “têkdana nezima giştî ji rêya beşdarîkirin di kombûnên neyasayî li dijî ewlehiya netewî” tohmetbar kiriye.

Roja Duşemî 1`ê Xakelêweya 1401`an a Rojî, hêzên ewlehî û hêzên dije şoreşê, êrîş kiribûne ser rêûresima newrozê ya li parka zarokan(Parka Newroz)ê û “Fuad Înayetî” binçav kiribûn û roja Pêncşemî 8`ê Banemerê bi danîna barimteyê ji girtîgeha Sinê hatibû azadkirin.