“Fîrûz Mûsalû” bi îdamê hate cezadan

17:58 - 13 Adar 2022

Girtiyek siyasiyê Kurd ê bi navê “Fîrûz Mûsalû” xelkê devera “Kotol” a ser bi bajarê Xoyê, ji aliyê taya 2 a dadgeha Şoreşa bajarê Urmiyê bi îdamê hate cezadan. 

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, dawî kombûna dadgehîkirina wî girtiyê siyasî meha Reşemeya îsal li taya 2 a dadgeha Şoreşa bajarê Urmiyê hate lidarxistin û dadgehgê bi tohmeta “muharibe ji rêya endambûn li yek ji Partiyên Kurdî” navbirî cezaya îdamê li ser sepandiye.  

Herwisa wê çavkaniyê gotiye: “Ew cezaye roja Duşemî 16`ê Reşemê, bi wî girtiyê siyasî li girtîgeha bajarê Urmiyê ragihandiye. 

Roja Çarşemî 11`ê Befranbara sala 1398`an, ew girtiyê Kurd piştî 5 meha lêpirsîn li girtîgeha îdareya Îtila`ata Spaha Pasdaran li bajarê Urmiyê, bo girtîgeha navendî ya wî bajarî hatibû veguhastin. 

Ew welatiyê Kurd çend salan endamê yek ji Partiyên Kurdî bûye û piştî zivirîn bo Îranê bi emanameya Spaha Pasdaran, hatibû binçavkirin. 
Ew welatiye rêkefta 20`ê Pûşpera sala 1398`an, piştî xwenasandin bi Spaha Serdeştê hatibû binçavkirin û piştre bo girtîgeha Îtila`ata Spaha Pasdaran li bajarê Urmiyê hatibû veguhastin. 

“Fîrûz Mûsalû” di halekê de ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin ku berpirsên Spaha Pasdaran bi malbata navbirî re ragihandibûn ku kurê we piştî çend roj lêpirsînê dê azad bibe.