Fidrasiyona Saziyên Dijî Cînosyadan: Pêwîst E Firanse Komkujiya Dijî Kurdan Bi Jînosayd Bide Nasîn

13:37 - 22 Kanûna Paşîn 2012
Kurdpa: Fidrasiyona Saziyên dijî cînosaydan, daxwaz ji Parleman û Civata Sîna ya Firanse kirine ku komkujiya Dêrsîm li Tikriyê, Helebçe û kuştina barzanî û Feyliyan li Herêma Kurdistanê bi cînosyad bide nasîn.


Fidrasiyonê herwiha destxweşî ji parleman û Civata Sîna ya Firanse kiriye derheq sezadana wan kesan ku komkujiya ermeniyan haş dikin.

Hêjayî gotinê ye ku Fidrasiyona Saziyên dijî cînosaydan ji 18 saziyên mafê mirovan û yên taybet pêk tê û hewla bi cînosaydnasandina komkujiya derheq Kurdan dide.