Fidrasiyona Navnetwî Ya Rojnamevanan, Rewşa Ragihandinê Li Îranê Xirb Dinirxîne

12:39 - 22 Kanûna Paşîn 2012
Kurdpa: Fidrasiyona Rojnamevana li ser rewşa ragihandin li Îranê de daxûyaniyek der kir û serbarê xirabnirxandina rewşa ragihandin di wî welatî de, nerazîbûna xwe jî diyar kir derheq pêla destbiserkirina rojnamevan û wîblagnivîsan û daxwaz ji gişt rojnamevanên cîhanê kir ku piştevaniyên xwe derheq hevkarên xwe yên Îranî diyar bikin.

Malpera vê fidrasiyonê li ser zimanê Cîm Bomliya, berpirsê Fidrasiyonê belav kir: \"Destbiserkirina 8 rojnamevanan di heftiyaa borî de bi buxtana hewildan dijî ewlehiya netewî, nîşaneya vê rastiyê ye ku çarereşî rûbirûyê rojnamevanên Îranê bûye û dawî jî pê nahê.\"

Li gor daxûyaniya Fidrasiyonê, ji xeynî wan 8 rojnamevanan, 30 rojnamevanên din jî li zîndanên Îranê de destbiser in.