FIDH: Maseya danûstandinê a bê mafên mirovan şaşîtiyek siyasî ye

14:41 - 12 Tîrmeh (Temûz) 2015
Ajansa Kurdpa: Federasyona Navdewletî a Civakên Mafên Mirovan, bi derxistina daxuyaniyekî, behs nekirin ji binpêkirina mafên mirovan li Îranê, di gera gotûbêjên Navokî de, bi tundî welatên (5+1) rexne kirin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Federasyona Navdewletî ya Mafên Mirovan ragihand ku xemsariya aliyên gotûbêj li gel Îranê (bo berçav girtina mafên mirovan), di demekê de hatiy holê ku wê navendê bi caran ji Yeketiya Ewropa û welatên Rojavayî daxwaz kiriye daku pirsa mafên mirovan li Îranê bêbersiv neyê hiştin.
Ebdulkerîm Lahîcî serokê Federasyona Navdewletî a Civakên Mafên Mirvan, vê derbare yê de ragihandiye: “Nîzîkatiyên navbera Îran û welatên Rojavayî hin caran baş tê dîtin; nemaze hekî ambargoyên li ser Îranê bi dawî bibin, lê behs nekirna mafên mirovan di danûstandinên Navokî yên navbera Îran û welatên (5+1 ) de derfetek ji dest derketî û şaşîtiyek siyasî ye ku dê bandorek hestiyar li ser gelên Îranê û civakên wî welatî bike .”

\"28151.jpg\"
Fedrasyona Navdewletî a Civakên Mafên Mirvan
Di beşek di vê daxuyaniyê de hatiye: Wan gotûbêjên Navokî wisa nîşan da ku hin welatên rojavayî Rûhanî wek serkomarekî aştîxwaz bibînin, lê di piratîkê de û piştî gihîştina navborî bi desthilatê ji sala 2013`an heya niha, rewşa jiyana gelên Îranê netenê ku baş nebûye, belkê xerabtir jî bûye.

Di berdewamiya wê daxuyaniyê de, tevî amajekirin bi rewşa kambax a mafên mirovan li Îranê, birêveberê Fedrasyonê wiha axaftinên xwe domendine: Ji sala 2014`an heya niha rweşa mafên mirovan hertim ber bi xirab- bûnê ve çûye; azadiyên siyasî hatine tepeserkirin, jin, kêmîneyên etnîkî û olî bi ciyawaziyên bingehîn re rû bi rû bûne. Zindaniyên siyasî û bawermend jî bi hemû awayî ji mafên xwe yên rewa bêpar mane.”

Federasyona Navdewletî ya Civakên Mafên Mirovan, di dawiya axaftinên xwe de diyar kir: “Em êrîşkirina li ser mafên mirovan napejirînin, eşkence û binçavkirina bêbingeh a welatiyan, nemaze 3 endamên vê saziyê li Îranê narewa dibînin.”