Fetisîn bi gazê, sedma mirina malbatik 4 kesî li Civanro

18:11 - 4 Çirriya paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: bi hegera belawbûna gazê li tîştên gazî, malbatik 4 kesî li şarê Civanro, fetisîn.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, nive şeva 11ê Rezber, malbatik 4 kesî li şarê Civanro, ser bi parêzgeha Kirmanşan, li sedema gaz girtinê, fetisîn.

Nasnamên wan 4 kesan ewin: Salih Çemen zarî(bab), Zeyneb(Dayîk), Beyan(keç) û Beşîr(kur), hatine ragihandinê.

Ev qewimiya li taxa “ Emele”a şarê Civanro û li tenişta Mizgevta “ Alê Mohemmed” hatiye pêş.

Gorekî statîstîkên rêxirava duxtorên dadeweriya parêzgeha Kirmanşan, li despêka îsal heya kutyî heyva Gelawêj, 2 kes li sedem belaw bûna gazê fetisîne.

Hevdem tev despêka sir ketinê, hejmara gaz girtin û fetisîn bi gaza monoksîda kerbon( CO), ber bi zêdetirbûne û li midê rojên borî de, dereca germê li herêmên roavayên Îranê nêzî 10sg kêm bûye.

Bi sal, 10an hevwelatiyê Îranê bi hegera ne-standard bûna tîştên gazî û her wisa nebûna çavdêriya pêwîst ser kargehên berev kirina tiştên gazî û ji aliyik din jî, xemsariya hevwelatiyan ser berçav negirtina mercên sekiûrîtî( Êminî), dibin qurbanî.

Nêzî %40 wan kesên ki li sedem gaz difetisin, bi hegera bi kar anîna tiştên ne-standardê gaziye.
\"16542.jpg\"