Ferzad Samanî dest avêt bi gireva birçîbûnê

17:42 - 31 Gulan 2021

Ji roja Yekşemî 9`ê Cozerdanê ve, Ferzad Samanî yek ji girtiyên meha Befranbara sala 1399`an li girtîgeha Îtila`ata Spaha Pasdaran li bajarê Urmiyê dest avêt bi gireva birçîbûnê.

Faruq Samanî, birayê Ferzad Samanî di civînekê digel Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê de ragihandiye: Birayê min derheq givaşên hêzên Îtila`ata Spahê û nûkirina biryara binçavkirinê ji aliyê dadgeha şoreş a bajarê Mihabadê ve nerizayetî nîşan dabû û dest avêtibû bi gireva birçîbûnê.

Navbirî got: Qazî Xulamî, dadwerê taya 3 a dadgeha şoreş a bajarê Mihabadê bo cara şeşê biryara binçavkirina Ferzad, Sakar Eynî û du kesên din ku 20`ê Befranbara sala derbasbûyî ji aliyê Îtila`ata Spahê ve hatine binçvkirin û nû kiriye.

Herwisa Faruq Samanî got: Birayê min Ferzad di çavpêkevtinekê de ku digel malbata xwe hebûye, ragihandiye ku ew di bin givaş û îtirafa bi zorê û pejirandina tohmetên hêzên Îtila`ata Spaha Pasdaranê de ye.

Faruq Samanî di dawiyê de ragihandiye: Canê Ferzad, Sakar û du kesên din di metirsiyê de ye.

Roja Şemî 20`ê Befranbarê, Ferzad Samanî digel Suheyb Badrûc, li xevtingeha zanîngeha Xarezmî, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne binçavkirin.

Ew xwendekarê qonaxa karnasiya bilind a civaknasî, piştî binçavkirinê bo lêkolînê bo girtîgeha Îtila`ata Spah li bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.

Roja Şemî 20`ê Befranbara sala 1399`an, “Sakar Eynî” xelkê bajarê Mihabadê, ji aliyê hêzên ewlehî yên ser bi Îtila`ata Spahê li bajarê Tehranê, hatibû binçavkirin.

Hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyên yasayî, ew welatiyên Kurd binçav kiribûn û ew bo lêkolînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê veguhastibûn.

“Sakar Eynî”, derçûyê beşa bajarsazî li zanîngeha bajarê “Urmiyê” ye.

Heya niha ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser “Ferzad Samanî” û “Sakar Eyînî”de sepandine, ti zaniyaryek ji ber dest nîne.