“Ferzad Samanî” bi danîna barimteyê hate azadkirin

17:10 - 12 Şibat 2022

Roja Şemiyê 23`ê Rêbendanê, welatiyek Kurd ê bi navê “Ferzad Samanî” piştî derbazbûna 13 meh li ser nediyarbûna qedera wî, bi danîna barimteya giran ji girtîgeha bajarê Urmiyê hate azadkirin.

Ew welatiyê Kurd bi danîna barimteya 2 milyard Tumenî bi awayek demkî heta dema dadgehîkirinê hatiye azadkirin.

Şeva Sêşemî 11`ê Cozerdanê, “Ferzad Samanî û Sakar Eynî” piştî derbazbûna nêzîkî 5 mehan li ser binçavkirina wan de, ev ji girtîgeha Îtila`ata Spaha bajarê Urmiyê, bo girtîgeha Navendî ya wî bajarî hatine veguhastin.

Roja Şemî 20`ê Befranbara sala 1399`an, “Ferzad Samanî” xelkê bajarê Mehabadê digel “Suheyb Badrûc”, li xewtingeha zanîngeha “Xwarezmî”yê, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên hikûmeta Îranê ve hatibûne binçavkirin.

navbirî xwandekarê qonaxa Karnasiya Bilind a Civaknasiyê ye, û piştî binçavkirinê bo lêpirsînê bo girtîgeha Îtila`ata Spahê ya li bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.

Heta niha ji sedema binçavkirin û tohmetên ku li dijî Ferzad Samanî hatine sepandin, ti zanyariyek jiber dest tune ye.