Ferzad Husên bi hepsê hate cezadan

16:33 - 29 Çirriya paşîn 2020

Taya 1 a dadgeha şoreş a bajarê Sineyê, bi serokayetiya dadwer “Seîdî” çalakvanê medenî yê Kurd yê bi navê “Ferzad Husênî” temen 31 salî û xelkê gundê “Dêweznav”ê û rûniştiyê bajarê Kamiyaranê, bi 5 sal hepsa teilîqî û 5 meh hepsa teizîrî ceza da.  

Yek ji xizmên nêzîk yê wî çalakvanê medenî bi Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê re ragihand: “Ew cezaye bi tohmeta hewldan li dijî tenahiya netewî û alîgir û endamê yek ji Partiyên Kurdî yên dijberî hikûmeta Îranê, bi ser wî çalakvanê medenî de hatiye sepandin û di heyama çend rojên derbasbûyî de, ew cezaye pêre hatiye ragihandin.

“Ferzad Husênî” rêkevta 28ê Befranbara sala 1396an, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û piştî 3 meh ji binçavkirina navbirî bi danîna barimteya yek milyon tumenî hatibû azadkirin.

Roja Pêncşemî 12ê Pûşpera îsal, kombûna dadgehîkirina dosya wî çalakvanê digel 9 çalakvanê jîngeparêz yên bi navên “Hadî Kemanger, Bextiyar Kemanger, Îsa Feyzî, Mehdî Qubadî, Raşid Muntezirî, Xalid Zemanî, Ferzad Husênî, Sîrwan Qurbanî, Fazil Qoytasî û Amanc Qurbanî” li taya yek a dadgeha şoreş a bajarê Sineyê, bi serokayetiya dadwer “Seîdî” bi tohmeta hewldan li dijî tenahiya netewî û alîgirî û endamê yek ji Partiyên Kurdî yên dijberî hikûmeta Îranê” bi rê ve çûye.

Roja Duşemî 13ê Gelawêjê, “Ferzad Husênî” piştî serdana taya yek a dadgeha şoreş a bajarê Sineyê, li ser biryara dadwer “Seîdî” hatibû binçavkirin.