Fermandeyê gurdana 310 a padigana Şinoyê hate kuştin

17:39 - 27 Nîsan 2021

Roja Duşemî 6`ê Banemerê, bi sedema şer û pevçûn li navbera vezîfedarek ê bi navê “Hesen Me`isûmnijad” û Fermandeyê gordana 310 a bajarê Şinoyê “Vehîd Zerefşan”, de qewmî û di encamê de ew fermande hate kuştin.

“Vehîd Zerefşan”, xelkê bajarê Nexedeyê û endamê Spaha Pasdaran û fermandeyê gurdana 310 a padigana Şinoyê bû.

Nûçegihaniya Fars sedeam kuştina fermandeyê gurdana 310 a bajarê Şinoyê, bi bûyerekî ewlehî dane zanîn.

Çavkaniyên xwecihî jî li wê derheqê de bas li şer û pevçûn li navbera wî Pasdarî û yek ji vezîfedaran dikin ku “Hesen Me`isûmnijad”, bi çeka xwe ew Pasdare kuştiye û piştre xwe kuştiye.