Fermandarê Pîranşarê gef ji rêveberên rêûresma Newrozê xwarin

15:32 - 12 Adar 2013
Ajansa Kurdpa: Fermandarê bajarê Pîranşehrê bi hêzên ewlekariyê ragehandiye ku bi hemû awayî pêşgîriyê li birêveçûna cêjna Newrozê li wî bajarî bikin.


Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, çend rojan beriya niha fermandarê bajarê Pîranşehrê di nameyekê de 30 kesên nêz ji dewletê jibo danina pîlan û rêgirî ji birêveçûna cêjna Newrozê , gazî kiribûn.

Çavkaniyek haydar eşkere kir, li dema vê civînê de fermandarê Pîranşehrê ragehandiye: “Dîln li kîdera Îslamê de hatiye?!! Ser rût kirin û Îslam?!! Newroz, Newroza bêşeriye, li Turkiyê hatiye bo welatê Îslamiyê ezîzê me! Ve ew mafê nine ku pêyreviyê ji vê bêşeriyê bikin, belkû hûn divê di vê rojê de biçine mizgevtan û raz û niyazê bikin” .

Fermandarê Pîranşehrê li dirêjiya qisedana xwe de dijberiya xwe tevî hemû civîn û kombûnan ku jibo Newrozê tên lidarxistin ragehand û got: Ez xwe wek berpirsyarê şivra ewlehiya bajêr, li her cihekê û heta eger li gundan de jî eger kombûn bo Newrozê hatin pêkanîn, li nihave ez îznê didem ku hêzên ewlehî tevî wan kesan bi xurtî karvedanê bikin.

Sala bihurî endamên navenda wêjeyî a Çira çend rojan beriya Newrozê ku amadekariyên birêvebirina cêjna Newrozê kiribûn, ji aliyê hêzên Îttlatî gef ji wan hatibû xwarin û hemû alavên deng û reng tomar kirinê yên wan hatibûn zewt kirin û hin ji wan kesan jî hatibûn girtin.

Ji aliyek din Mihemed Qenberî cêgirê hêzên Întizamî yên parêzgeha Kurdistanê , her cûr dîlan û keyfxweşî li roja Kole Çarşenbiyê de qedexe kir.çend rojan berî niha Îdareya Emakin a bajarê Bokanê , bi hemû Sitranbêj û girûpên mosîqayê ragehandibû li egera pişikdariya wan di rêûresman de li bajar û gundan dê bihên zîndanî kirin.