Fermanberkî nexweşxaneya Quds li Pawe di dema karkirinê de canê xwe ji dest da

18:07 - 4 Çirriya paşîn 2020

Îro Çarşemî14`ê Xezelwerê, yek ji pirsonelên nexwşxaneya “Quds” a bajarê Pawe, yê bi navê “Dilawer Qadirî” di dema karkirinê de li wê nexweşxaneyê rastî wî bûyerê hatiye û canê xwe ji dest da.

Ew fermanberê Kurd, li heyama çend roj berî niha di dema karkirinê li nexweşxaneya “Quds” a Pawe de rastî wê bûyera kar bibû û bi sedema dijwariya birîna wî bo nexweşxaneya “Taliqanî” ya bajarê Kirmaşanê hate veguhastin.

Dilawer Qadirî piştî çend roj razandin li nexweşxaneya “Taliqanî” ya Kirmaşanê de bi sedema derbeya mişk, îro li nexweşxê canê xwe ji dest daye.