Ferman Heydernijad bi danîna barimteyê bi awayekî demkî hate azadkirin

17:21 - 6 Kanûna pêşîn 2020

Roja Çarşemî 12ê Sermawezê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Ferman Heydernijad” temen 42 salî û xelkê gundê “Dêweznav” yê ser bi bajarê Sewlava, piştî mehek ji binçavkirina xwe bi danîna barimteyê bi awayekî demkî hate azadkirin.

Ew welatiyê Kurd heya dema dadgehîkirinê bi awayekî demkî hate azadkirin û tohemeta ku bi ser wî welatiyê de hatiye sepandin “alîkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberî hikûmeta Îranê” hatibû ragihandin.

Roja Duşemî 12ê Xezelwerê, ew welatiyê Kurd ji rêya pêwendiya telefonî ve bo îdareya Îtilaat a bajarê Sewlavayê hatibû gazîkirin û piştî serdana îdareyê navbirî hatibû binçavkirin.