“Ferîde Weysî” bi danîna barimteyekî giran hate azadkirin

17:16 - 16 Adar 2020

Roja Yekşemî 25`ê Reşemê, “Ferîde Weysî” , çalakvana medenî ya xelkê bajarê Dêwulanê ku roja Duşemî 19`ê Reşemê, li derheq nerohniya qedera xwe di benda jinan a kanûna îslah û terbiyet a bajarê Sineyê, dest avêtibû bi gerev girtinê, bi danîna barimteya 300 mîlyon tumenî hate azadkirin.

Azadiya wê çalakvana medenî di demekê de ye, ku malxê wê Sîrûs Ebasî di girtîgeha îdareya Îtila`at a bajarê Sineyê de ye.

Ew du çalakvanên medenî piştî binçavkirinê “ji destpêregihîştina parêzer û çavpêketina malbatên xwe” bê par bûn.

Roja Sêşemî 24`ê Befranbarê, hêzên Îtila`atê, êrîş kirine ser navenda perwerdeyî ya “Zanist”, Sîrûs Ebasî û Ferîde Weysanî bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî biçav kirin.

Hêzên Îtila`atê li ber çavên keça wan ku dersxwanê qonaxa çar a destpêkî ye, dest kirine bi lêdana Sîrûs Ebasî.

Piştî biçavkirina Sîrûs Ebasî û Ferîda jina wî, Azad Ebasî di dema lipeyketin bona agehdarbûn li rewşa birayê xwe û jina wî, di îdareya Îtila`at a bajarê Dêwulanê digel reftarên xirab a me`imûrên Îtila`atê rûbirû bibû û hate desteserkirin.

Azad Ebasî roja 17`ê Reşemê, pişti bi dawî hatina heyama lêkolîna wî bi danîna barimteya 200 mîlyon tumenî bi awayekî demkî hate azadkirin.