“Ferheng Êwezî” bi danîna barimteyê hate azadkirin

17:51 - 23 Kanûna Paşîn 2022

Îro Yekşemî 3ê Rêbendanê, çalakvanek Kurd ê bi navê “Ferheng Êwezî” temen 30 salî û kurê Mihemedelî û xelkê gundê “Tengîser” ê girêdayê bajarê Sineyê piştî 43 roj binçavkirin bi danîna barimteyê ji girtîgeha îdareya Îtila`ata wî bajarî hate azadkirin.

Ew çalakvane bi danîna barimteya 250 milyon Tumenî bi awayek demkî heta bi dawîhatina heyama dadresiyê ji girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê hatiye azadkirin.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, hêzên ewlehî bi tohmeta “hevkarî kirin digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberê hikûmeta Îranê” ew çalakvane binçav kirine.

Ew çalakvanê medenî di heyama binçavkirinê de ji pêwendiya telefonî, hevdîtin digel malbata xwe û dêstpêregihîştina bi parêzer hatibû bêparkirin.

Roja Yekşemî 21`ê Sermawezê, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyek yasayî êrîş kirine ser mala wî çalakvanê Kurd û navbirî binçav kirin.