Ferhad Mûsapûr bo girtîgeha navendî ya Urmiyê hate veguhastin

17:39 - 21 Şibat 2021

Roja Şemî 2`ê Reşeme, Ferhad Mûsapûr, xelkê bajaroka Rebet a ser bi bajarê Serdeştê, ji girtîgeha Îtila`ata Spahê li bajarê Urmiyê, bo girtîgeha navendî a wî bajarî hate veguhastin.

Ew welatî, roja 25`ê Rêbendanê ji girtîgeha Îtila`ata Spahê ya bajarê Urmiyê, bo benda girtiyên siyasî yên girtîgeha wî bajarî hate veguhastin û roja Duşemî 27`ê Rêbendanê, cardin bo lêpêçînê bo girtîgeha Îtila`ata Spahê hetibû veguhastin.

Roja Şemî 20`ê Befranbarê, Ferhad Mûsapûr digel birayê xwe, Fireydûn Mûsapûr û Behmen Yûsifzade li bajaroka Rebeta ser bi bajarê Serdeştê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne binçavkirin.

Ferhad Mûsapûr, mamosteyê zimanê Îngilîzî li fêrgeha zimanê Îngilîzî ya “Rêzman”ê ye.