“Ferhad Mîrzayî”, endamê Encûmena Sinfî a Çandî ya Şabadê hate binçavkirin

18:04 - 10 Gulan 2022

Piştî nîveroya roja Duşemî 19`ê Banemerê, “Ferhad Mîrzayî” endamê Encûmena Sinfî a Çandî ya bajarê Şabad a girêdayê bajarê Kirmaşanê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin.

Hêzên ewlehî bi êrîşkirin li ser mala wî çalakvanê çandî, ew binçav kirine.

Ew mamosteya heyama 30 salan derbasiya karê mamostayetiyê heye û xwediyê bawerînameya Karnasî a Bilind a Birêveberiya Hînkariyê ye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û sûçê ku li dijî  “Ferhad Mîrzayî” hatiye sepandin, ti zaniyariyek ber dest nîne.