“Ferhad Mihemedî” bo cîbicîkirina cezayê xwe bo girtîgeha bajarê Sineyê hate veguhastin

18:04 - 15 Tîrmeh (Temûz) 2021

Roja Çarşemî 23`ê Pûşperê, “Ferhad Mihemedî”, Parêzerê paye yek ê dadgusteriyê bo cîbicîkirina cezayê bo birêvebirina hikmê dadgeha şoreşê ya bajarê Sineyê hate veguhastin.

Meha Cozerdana îsal, cezayê 4 sal girtîgeha te`izîrî a wî parêzerê paye yek ê dadgusteriyê di taya 4 a dadgeha pêdaçûn a bajarê Sineyê de bi 10 meh girtîgeha te`izîrî hate guherîn.

“Ferhad Mihemedî” nîveya meha Cozerdana sala 1399`an a Rojî, ji aliyê taya 1 a dadgeha şoreş a bajarê Sineyê ve bi serokayetiya dadwer “Se`îdî” bi 4 sal hepsa te`izîrî hatibû cezadan.

Tohmeta ku ji aliyê taya 1 a dadgeha şoreş a bajarê Sineyê ve bi sere wî parêzerê paye yek ê dadgusteriyê de hatibû sepandin “hewildan li dijî tenahiya netewî” hatibû ragihandin.

Ew parêzerê paye yek ê dadgusteriyê roja Çarşemî 12`ê Befranbara sala 1397`an piştî gazîkirin bo Sitada Nûçeyî a Îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê hatibû binçavkirin.

Navbirî Cozerdana sala 1398`an piştî bi dawîhatina lêpirsînê bo girtîgeha navendî a bajarê Sineyê hate veguhastin û 18`ê Pûşpera heman salê piştî 6 meh binçavkirin, bi danîna barimteya 500 milyon Tumenî bi awayekî demkî hatibû azadkirin.