“Ferhad Mihemedî” bo cîbicîkirina cezaya wî bo girtîgehê hate veguhastin

13:36 - 16 Tîrmeh (Temûz) 2021

Roja Çarşemî 23ê Pûşperê, “Ferhad Mehemedî” Parêzerê pile yek ê dadgusteriyê, bona cîbicîkirina cezaya wî bo navenda “Îcrayê Ehkam” a dadgeha înqilb a bajarê “Sine”yê hate gazîkirin û bo girtîgeha “Sine”yê hate veguhastin.

Di Meha Cozerdana îsal de, cezaya 4 sala girtîgeha tezîrî bo wî parêzerî di taya 4 a dadgeha pêdaçûna bajarê Sineyê de bo 10 mehan girtîgehê hatibû kêm kirin.

“Ferhad Mehemedî” di meha Cozerdana sala 1399an de ji aliyê taya 1 a dadgeha înqilab a bajarê Sineyê bi serokatiya dadwer “Seîdî” bi 4 sal girtîgeha tezîrî hetibû cezadan.

Taya 1a dadgeha înqilb a bajarê Sineyê bi tohmeta “hewldan li dijî tenahiya netewî”, ew ceza bi ser wî de sepandibûn.

Ew parêzerê pile yek ê dadgusteriyê, roja Çarşemî 12ê Befranbara sala 1397an, piştî gazîkirin bo Stada Xeberî ya Îdareya Îtilat a bajarê “Sine” yê hatibû binçavkirin.

Navbirî li 4ê Cozerdana sala 1398an, piştî bi dawîhatina heyama lêpirsînê bo girtîgeha navendî ya bajarê Sineyê hatibû veguhastin û di rêkefta 18ê Pûşpera hemen salê de û piştî 6 meh binçav kirinê, bi danîna barimteya 600 miliyon Tumenî bi awayê demkî hatibû zada kirin.