Ferdîn Mewlodî li girtîgeha bajarê Sineyê hat azadkirin

19:08 - 31 Tîrmeh (Temûz) 2022

Roja Yekşemî 25`ê Pûşperê, Ferdîn Mewlodî, girtiyê siyasî yê Kurd, piştî bidûreçûna Komîsyona Pîzişkî ya Yasayî, bi sedema vê ku şiyana vê yekê tunebûye ku heyama hepsa xwe bidawî bike li girtîgeha bajarê Sineyê hat azadkirin.

Dadgeha Şoreş a bajarê Sineyê bi sedema vê ku Ferdîn şiyana vê yekê tunebûye da ku heyama hepsa xwe bidawî bike, bi dana 20 milyon Tumen pere ji girtîehê hat azadkirin.

Ferdîn Mewlodî bi sedema hebûna nesaxiya pişt êşê, biryara azadkirina wî hatiye dan.

Ew welatiyê Kurd li meha Sermaweza sala derbasbûyî, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû destibiserkirin û piştire ji aliyê taya 1 ya dadgeha Şoreş a bajarê Sineyê bi tohmeta “piropagend li dijî nizamê” bi 5 meh hepsa te`izîrî hatibû cezakirin.

Ferdîn Mewlodî, bi tohmeta “hewldan li dijî ewlehiya neteweyî, li rêya wênegirtin ji Kel û Borca leşkerî û cihên qedexekirî bi bê hebûna ti belgeyekê” bi sê sal hepsa ragirtî hatibû ceza kirin, ku piştî sepandina wî cezayî, bi tohmeta “piropagende li dijî nizamê” bo cezayê te`îzîrî  hatibû veguhastin.