Ferdîn Bayezîdî bo girtîgeha bajarê Şinoyê hate veguhastin

17:02 - 11 Adar 2021

Roja Sêşemî 19`ê Reşeme, welatiyekî Kurd yê bi navê “Ferdîn Bayezîdî”, xelkê bajarê Şinoyê, piştî bi dawîhatina heyama lêkolîna wî li yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê, bo girtîgeha bajarê Şinoyê hate veguhastin.

Ew welatiye, roja Şemî 11`ê Rêbendanê, li rêya Şino bo Nexedeyê, bi bê ti belgeyekî yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.

“Ferdîn Bayezîdî” di heyama binçavkirina xwe de ji “destpêregihîştina bi parêzer” û “çavpêkevtin digel malbata xwe” bê par bû.

Heya niha ji sedem û tohmeta ku bi ser wî welatiyê de hatiye sepandin, ti zaniyariyek ji ber dest de nîne.