Fayiq Yûsifî hate berdan

12:26 - 19 Nîsan 2021

Roja Yekşeme 29`ê Xakelêwe, endamê girûpa çiyagerî ya “Helo”ya Seqizê, yê bi navê “Fayiq Yûsifî”, piştî dawîpêanîna heyama girtîgeha xwe li girtîgeha Seqizê hate berdan.

Roja Şemî 10`ê Xakelêweya 1399`an, ew çiyagere bo cîbicîkirina cezayê xwe, xwe bi girtîgeha Seqizê dabû nasîn.

“Fayiq Yûsifî” roja Sêşemî 18`ê Pûşpera sala 1398`an, tevî “Hadî Mihemedzade”, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne girtin û bo lêpêçînê, bo girtîgeha Îtila`ata Sineyê hatibûne veguhastin.