“Fayîq Mamqadirî” yek ji birîndarên xwenîşandanên serenayî canê xwe ji dest da

17:52 - 9 Çirriya paşîn 2022

Îro Çarşemî 18`ê Xezelwerê, “Fayîq Mamqadirî” kurê “Resûl”, yek ji birîndarbûyên xwenîşandana bajarê Mehabadê, bi sedema kûrahiya birînan li yek ji nexweşxaneyên bajarê Urmiyê, canê xwe ji dest da.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ew welatiyê Kurd bi sedema kûrahiya birînan, ku bi sedema berkevtina gulleyan rastî bêhişiya demdirêj hatibû, li nexweşxaneyê hatibû razandin.

 Êvareya roja Şemî 23`ê Rezberê, sê welatiyên bi navên “Fayîq Mamqadirî”, “Mesûd Fereczade” û “Dana Mamqadirî” yên xelkê bajarê Mehabadê, li meşa xwenîşandanên wî bajarî, li meydana Îstiqlal li destpêka şeqama “Hesenzade” ku di maşînê de bûn, bi bê agehdarkirina berê ya hêzên ewlehî teqe li maşîna navbirî kirin.

“Fayîq Mamqadirî”, bi sedema teqeya hêzên serkutker ser û pişta wî hatibûn birîndarkirin.

Hêzên ewlehî piştî teqe kirin li wan sê welatiyan û birîndarkirina wan, dest bi lêdana wan sê welatiyan bi batumê kiribûn.

Ew sê welatiyên Kurd destpêkê bo nexweşxaneya bajarê Mehabadê û piştre bi sedema kûrahiya birînan bo nexweşxaneya bajarê Urmiyê, hatibûn veguhastin.