Fayêq Yûsifî bo birêvebirina cezaya xwe, xwe bi girtîgeha Seqizê nasand

12:21 - 1 Çirriya paşîn 2020

Roja Şemî 10ê Xezelwerê, yek ji endamê girûpa Çiyager ê bajarê Seqizê yê bi navê “Helo” bo birêvbirina cezaya xwe, xwe bi girtîgeha Seqizê da nasandin.

Ew Çiyager roja Sêşemî 18ê Pûşpera 1398an digel “Hadî Mihemedzade” ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û bo jêpirsînê bo îdareya Îtilaata bajarê Sineyê hate veguhastin. 

Roja Duşemî 18ê Xermananê, Fayêq Yûsifî piştî du meh binçavkirinê bi danîna barimteyê hate azadkirin û 25ê Xezelwera heman salê ji aliyê dadgeha giştî û Înqilaba Seqizê ve bi tohmeta “piropagende li dijî nîzamê” bi 10 meh girtîngeha te`izîrî hate cezadan û bi hesabkirina rojên ku hatibû binçavkirin hate cezadan û ji tohmeta “Endambûn li yek ji Partên opozîsyon yên hikûmeta Îranê” ve bê guneh hatiye nasandin.

Cezaya wî endamê girûpa çiyageriya “Helo” di dadgeha pêdaçûna Sineyê de bi 6 meh hate kêmkirin.