Fatime dadvend bo girtîgeha bajarê Urmiyê hate veguhastin

19:15 - 6 Tebax 2020

Roja Pêncşemî 6`ê Tebaxê, Fatime Dadvend, welatiya xelkê bajarê Bokanê ku di meşa kombûna nerizayetî a meha Xezelwer a sala 1398`an hatibû binçavkirin û bi hepsê hatibû cezadan, bo derbaskirina heyama hepsa xwe bo girtîgrha bajarê Urmiyê hate veguhastin.

Yek ji xizmên nêzîk ê “Fatime Dadvend” di peywendiyekê de digel Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, veguhastina wê welatiya Kurd bo derbas kirina heyama heps bo girtîgeha bajarê Urmiyê piştrast kir.

Ew welatiya Kurd, di du dosiyên cida de, di dadgeha keyferî a bajarê Bokan û Mihabadê bi 5 sal û 5 mehan hepsa te`izîrî û lêdana 30 derbê qamçiyan hatibû cezadan.

“Fatime Dadvend” di rekevta 17`ê Rêbendan a sala 1398`an, di taya 103 a dadgeha şoreş a keyferiya 2 a bajarê Bokanê bi serokayetiya dadver “Mehdî Teqîzade” bi tohmeta “têkdana nezm û asayişa giştî bi ajaveyê û bê hicabiyê” hate dadgahî kirin û di wê dadgehê de, ji tohmeta bê hicabiyê bê tavan hate nasandin û bi tohmeta têkdana nezm û asayişa giştî bi 5 meh hepsa te`izîrî û lêdana 30 derbê qamçiyan hatibû cezadan.

“Fatime Dadvend” di rêkevta 25`ê Xezelwera sala 1398`an, di.

Ew welatiye piştî dawî pê hatina heyama lêkolîna wê di girtîgeha îdareya îtila`at a bajarê Urmiyê bo benda jinan a girtîgeha navendî a wî bajarê hate veguhastin û di rêkevta 6`ê Xakelêweya îsal bi danîna barimteya 1 milyard tumenî bi awayekî demkî hatibû azadkirin.

“Fatime Dadvend” kiça dervêş temen 42 sal û xwediyê sê zaroka ne.